Berî 14 salan weke îro, dijmin û neyarên Kurdan, li dijî Êzidyên bêsûc û bêçek ên devera Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê, 2 komkujiyên herî kirêt pêk anîn.
Endamê Meclisa Til Izêrê dibêje ku pêşmergeyên PDK’ê bendên kontrolê berdan û rê li ber derbasbûna komkujan vekir.
Di ser komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê re, yên ku sala 2007’an pêk hatibûn, 14 sal derbas dibin.
14 Tebaxa 2007’an, Tirkiyeya qirker li navçeya Til Izêr, gundê Izêr û Sîba Şêx Xidirê, 4 teqînên hovane li nav gel pêk anîbûn.
Berî êrîşê, bi hezaran pêşmerge li wan deveran hebûn.. lê tev reviyan û bendên kontrolê vala kirin.
Rêjîma Îraqî jî xwe ji herêmê vekişandibû.
Di teqînan de, 350 kesan jiyana xwe ji dest da û 700 jî birîndar bûn.
Tevî borîna 14 salan, birînên malbatên qurbanan hêj nekewiyane.
Qasim Xelef, ê ku şahidiya komkujiyê kiriye, wiha tîne ziman…
Mamê Qasim Xelef got ku heya niha ti kes li wan xwedî derneketiye..
Endamê Meclisa Gel a Til Izêrê Qehat Xelîl dibêje pêşmergeyan bendên kontrolê berdan û rê li ber komkujiyan vekir…
Der barê wendayan de, ti lêkolîn heya niha ji aliyê Îraqê ve nehatine kirin û berpirsên jî nehatine cezakirin.
Piştî van ferman û komkujiyê kirêt, Şengalê hêza xwe ya parastinê ava kir û niha bi xwe, xwe bi rê ve dibe û diparêze..
Lê PDKya revok, a ku gelek caran Êzidî digel mirinê rû bi rû hiştine, niha hewl dide bi hin rêkeftinên digel Îraq û Tirkiyeya dagirker, cardin Şengalê dagir bikin û Şengaliyan rastî fermanên nû bikin.