Cemîl Bayik: Pêngava 15’ê Tebaxê destana netewî ya gelê Kurd e

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik, bi wesîleya Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kir bi 15’ê Tebaxê re li nav civaka Kurd guherîneke pir mezin çêbûn û li Kurdistanê şoreşa netewî pêk hat.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir weke tevger û gel ew ê li ser xeta 15’ê Tebaxê bi rengekî xurtir şer bikin û serkeftina mezin bi dest bixin Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Muzafer Ayata jî bang li ciwan, jinan û gelê Kurdistanêkir ku xwedî li Pêngava 15’ê Tebaxê derkevin.

Hevserokê Konseya Rêveber KCK’ê Cemil Bayik bi wesîleya salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

Bayik diyar kir 15’ê Tebaxê dîrok guherandiye û da zanîn çalakiyên wiha dibin dastanên gelan û got,

“15’ê Tebaxê weke Newrozê dastana netewî ya Kurdan e.”

Bayik diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê rastîya civaka Kurd a ku tede li ber çavan girtin û wiha hat dest pê kirin û got,

“Guleya pêşî ya 15’ê Tebaxê li paşverûtiya li Kurdistanê hatiye xistin. Pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê rastiyeke nû ya Kurd ava kiriye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re li nav civaka Kurd guherîneke pir mezin çêbûye. Pêngava 15’ê Tebaxê şoreşeke netewî ava kiriye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik di dawiyê de diyar kir li Kurdistanê li bin her guherînê pêngava 15’ê Tebaxê heye ku Rêber Apo bi kedeke mezin amade kiriye.

Dûran Kalkan: Qirkirina netewî bi pêngava 15’ê Tebaxê hate rawestandin 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji bo salvegera 38’an Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

Kalkan bal kişande ser rola Rêber Ocalan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê û da zanîn 15’ê Tebaxê bi pêşengîya Rêber Apo pêk hat wiha got;

“Bi bawerî û biryardarî Rêber Apo rol lîst. Ciwanên Kurd ji dil wêrek û fedakar in. Dema ku bi ramana Rêbertî re gihaştin hev, helwesta bawermend di pêkhatina vê pêngavê de bi rola xwe rabû.”

Kalkan diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê civaka azad ava kiriye û got,

“Ji ber vê jî 15’ê Tebaxê bû milada Kurdan. Salvegera 38’an wê bibe sala Kurdên azad. Ji ber tinebûna netewî bi 15’ê Tebaxê hate sekinandin.”

Dûran Kalkan diyar kir ew ê weke tevger û gel li ser xeta 15’ê Tebaxê bi rengekî xurtir şer bikin û serkeftina mezin bi dest bixin.

Muzafer Ayata: Ruhê 15’ê Tebaxê wê bi ser bikeve

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Muzafer Ayata jî destnîşan kir ku Pêgava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk ji kokê ve hejand.

Ayata da zanîn divê berxwedan û têkoşîna ruhê 15’ê Tebaxê bê dewam kirin û got,

“Serxwebûn û demokratîkbûna Kurdistanê tenê bi gerîla nabe. Gerîla hêzeke pêşeng e, hêza rêvekirinê ye. 15’ê Tebaxê di roja îro de zindîbûna xwe diparêze.”

Muzafer Ayata da zanîn divê her kes ruhê bi 15’ê Tebaxê derketî rast bixwîne û bang li ciwan, jinên Kurdistanê û lêgerînvanên azadiyê kir ku xwedî li Pêngava 15’ê Tebaxê derkevin.

Back to top button