HPG: Li Colemêrgê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakîyên gerîlayên azadîyê yên silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê dewam dikin.
Gerîla ji du baskan ve li qereqola Girê ya li navçeya Çelê bi ser Colemêrgê xistin. Di van çalakîyê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û çeperek hat rûxandin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê çalakîyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê li herêma Zapê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“12’ê Tebaxê gerîlayan bi koordîenyî ji du baskan ve li Qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Di encama van her du çalakîyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Çekeke A-4 û çeperek jî hatin rûxandin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin.

HPG”ê destnîşankir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê jî li dagirkeran hate xistin.

Hat diyar kirin 13’ê Tebaxê helîkopterên ku xwestin derdora gundê Derarê bombebaran bikin bûn hedefa hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HPG’ê diyar kir 12’ê Tebaxê qadên Şehîd Rustem, Şikefta Birîndaran, Çiyayê Reş û Ciloyê Piçûk yên herêmên Zapê bi çekên giran hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin 13’ê Tebaxê jî çeperên şer yên qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê bi çekên giran û gazên kîmyewî hatin bombebaran kirin.

HPG’ê destnîşan kir heman rojê derdora gundên Êdînê, Deşîşê, Serero, Hirorê û Kêste yên herêma Kanî Masî ya Amêdiyê, her wiha gundê Kawikê yê bi ser bajarokê Dînartê a girêdayî navçeya Akrê û derdora gundê Sergelê yê Amedîyê bi balafirên şer, helîkopter û hawanan hatin bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn di van êrîşan de tiştek bi hêzên gerîla nehatîye û şewata ji ber bombebaranê derketîye hê jî dewam dike.

Back to top button