Li Rihayê, di destwerdana polîsan de 2 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin binçavkirin

Li Rihayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê didomin. Polîsan destwerdana çalakiya cotkaran kir, di encama de 2 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin binçavkirin.

Li Rihayê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) mezin dibin.

Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn.

Cotkarên ku rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li trafîkê girtin banga daxwazên xwe kirin.

Li Gundê Pekmezler ê cotkaran çalakî lê kir, gelek leşkerên dewletê û wesayitên zirxî hatin bicihkirin.

Di navbera cotkar û cendermeyên xwestin rê vekin pevçûn derket.

Di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn û 7 kes jî hatin binçavkirin.

Back to top button