Seeran El-Aaceyibi: Divê binpêkirinên Tirkiyê di konferansa Bexdayê de were gotubêjkirin

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi diyar kir ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpê dike û divê ev mijar di konferansa navnetewî ya Bexdayê de were gotubêjkirin.
Lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib jî got ku hebûna PKK’ê dijî Tirkiyê parastinek e û divê piştgiriya PKK’ê were kirin.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi û lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji Rojnews re axivîn û bang kirin.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Aaceyibi diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Iraqê hiştiye ku Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpê bike û bi taybetî civaka Duhokê hedef bigire.

Seeran El-Aaceyibi destnîşan kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berpirsyarê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk e.

El-Aaceyibi xwest ku mijara êrîşên Tirkiyê di konferansa navnetewî ya ku tê payîn di dawiya tebaxê li Bexdayê were lidarxistin bikeve nîqaşê û got:

“Ji ber ku ev rewşa ji kontrola me derketiye û em nikarin serhev ve bînin serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye perçe perçekirin.”

Lêkolînerê siyasî Elî El-Sahib: Divê piştgiriya pkk’ê were kirin

Lêkolînerê Siyasî yê Iraqî Elî El-Sahib jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Elî El-Sahib diyar kir ku hebûna PKK’ê li bakurê Iraqê dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hêzek parastinê ye û pêwîst e alîkariya PKK’ê were kirin ku hêzên Tirk ên dagirker ji herêmê derxînin.

Back to top button