Efxanistan..Ganî: Em ê parastina welatê xwe dewam bikin

Li Efxanistanê hikumeta 20 salî nikare xwe li ber hêza Talîbanê bigre. Çekdarên Talîbanê ku hemû hêza xwe daye ser navendên parêzgehan, heta niha ji niva wan zêdetir kontrol dike.

Talîban ji 34 navendên parêzgehan 18’an kontrol dike. Tevî vê yekê Serokomarê Efxanistanê Xanî got, ew ê heta dawî welatê xwe biparêzin.

Sekreterê Giştî yê NY Guterres jî got, Li Efxanistanê kontrol ji dest der dikeve.

Bi derbasbûna rojê re rêveberiya hikumeta Efxanistanê têk diçe û Talîban xwe ji bo paşerojê amade dike.

Talîban yê ku bilez pêş dikeve, heta niha 18 navendên parêzgehên li welat kontrol kiriye.

Lê tevî vê yekê jî Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî bi peyameke vîdeo ya weşandî de got,

Efxanîstan bi şerekî ku rûbirû hatî hiştire ye.

Eşref Xanî diyar kir ku hêzên parastin, ewlehî û civakî yên Efxan ji bo parastina axa welêt têkoşînek mezin didin û spasiya wan kir.

Xanî got:

Wekî serokomar, ez ê parastina welatê xwe bidomînim.

Em li ser vê mijarê bi şirîkên xwe yên navneteweyî û lîderên siyasî re hevdîtinan dikin.

Serokomarê Efxanistanê anî ziman ku di rewşek mina ya niha de tişta herî ji bo wî girîng hevahengiya navbera hêzên wan de ye û ji bo vê yekê jî xebatek zêde tê kirin.

Xanî diyar kir ku ew ê nehêlin ev şerê hatiye ferzkirin zêdetir bi be sedemê mirina Efxanan û destketiyên wan ên di 20 salên dawîn de tune bike.

“Em şêwirmendiyên xwe yên li ser vê mijarê hem li hundir û hem jî li derve didomînin.

Ez ê encamê van danûstandinan bi gelê me re di zûtirîn dem de parve bikin. ”

Çekdarên Talîbanê ji 6’ê Tebaxê ve heta niha kariye navenda 18 parêzgehên Efxanistanê kontirol bike.

Niha di destê hikumeta Efxan de navenda 16 parêzgehan maye.

NY: Rewşa li Efxanistanê ji kontirolê derketiye

Divê naveberê de, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku rewşa li Efxanistan ji “kontorlê derketiye”.

Guterres bang li Talîbanê kir ku dawî li êrişên xwe bîne û li danûstandinên siyasî vegere.

NY: Ji despêka salê ve zêdeyî 1600 sivîl mirine

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), di nîva despêka 2021’an de, 1659 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Tenê di nava meha dawiyê de zêdeyî 1.000 sivîl mirine.

Komîsyona Mafên Mirovan a Serbixwe ya Efxanistanê ragihand ku ji serê Gulanê heta Tebaxê nêzî milyonek sivîl ji malên xwe bûne.

NY: Pêwistiya 18 milyon Efxan bi alîkariya mirovî heye

NY radigihîne ku pêwistiya 18 milyon Efxanî bi alîkariya mirovahî ne.

Back to top button