Îstixbareta DYA: Di nava hefteyekê de wê paytext Kabul bikeve dorpêçê

Paytext û mezintirîn bajarê Efxanistanê, bi metirsiya pêşdeçûnên çekdarên Talîbanê re rû bi rû ye. Li gorî pêşdîtinên Îstîxbarata Amerîkî di nava heftiyekê de wê Kabul a paytext ji aliyê çêkdarên Talîbanê ve were dorpêç kirin.

Vê yekê jî rewşa li herêmê aloztir kiriye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî ketiye nava hewldanên lezkirina vekişîn û tunekirina madeyên hesas.

Aloziya li Efxanistanê bi pêşdeçûnên bi lez yên çekdarên Talîbanê re kûrtir dibe.

Pêşdeçûnên Talîbanê ne tenê hikumeta Efxan, piraniya welatên cîran û hêzên hegemon xistiye nava tevgerê.

Li gorî rapora tora CNN li ser pêşdîtina îstîxbarata Amerîkî û dîplomatekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, tê texmîn kirin ku paytexta Efxanistan Kabul di nava 3 rojan heta heftiyeyê de ji aliyê çekdarên Talîbanê ve were dorpêç kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî ji vê rewşê metirsîdare.

Di wextekî de ku ji Amerîka dihat hêvî kirin pêşî li pêşdeçûnên Talîbanê bigire, Amerîka lez da vekişîna leşker û karmendan ji Efxanistanê.

Hatiye dîtin ku karmendên Balyozxaneya Bilind a DYA li Efxanistanê, madeyên hesas tune dikin.

Li gorî biryarnameya ku ji karmedên balyozxanê re hatiye şandin û ji aliyê CNN ve hatiye dîtin, Rayedarên DYA ji bo pêşî li bikaranîna madeyan ji bo piropagandayê bigirin, ev biryar dane.

Pentagon: Ti êrişek li dijî hêzên me wê bê bersiv nemêne

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) ya DYA John Kirby doh di kongriya çapemeniyê de ragihand ku operasyona valakirina karmendên li balyozxaneya Kabûlê hatiye despêkirin.

Ev yek jî bi alîkariya 3 hezar leşkerên ji bo herêmê hatî şandin pêk tê.

John Kirby hîşiyarî da û got:

Kîjan êrîşa li dijî hêzên me pêk were wê bê bersiv nemîne.

Back to top button