Serokomarê Tûnisê Seîd bi şandeya DYA re civiya

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd bi şandeya cîgirê şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya DYA re civiya.

Serokomariya Tûnisê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Seîd bi şandeya serkêşiya Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya DYA Jonathan Finer re civiya.

Şandeya DYA nameya nivîskî ya Serokê welat Joe Biden radestî Seîd kirin.

Lê têkildarî naveroka nameyê ti agahî ne hatin parvekirin.

Seîd jî di hevdîtinê de anî ziman ku ji bo tedbîrên awerte yên 25’ê Tîrmehê hatine girtin ev yek pêk hatiye û wiha got:

Ev yek li ser daxwaza gel û ji bo têkoşîna li dijî gendelî û bertîlê hatin bersivandin.

Finer jî anî ziman ku ew rewşa li Tûnisê ji nêz ve dişopînin. Her wiha rêz ji bo Tûnisî û serokomarê wê jî nîşan didin.

Serokomarê Tûnisê Seîd 25’ê Tîrmehê hemû hêza parlamentoyê dabû rawestandin û serokwezîr ji erk girtibû.

Bi vê yekê re dawî li deshilata partiya El Nehda ya ixwana mislimîn ku Tirkiye û Qeter piştevaniya wê dike anîbûn.

Li welat jî niha amadekariyên avakirina hikumeta nû tê kirin.

Back to top button