Di mehekê de zêdeyî 200 hezar koçberên neasayî derbasî DYA bûn

Tenê di meha Tîrmehê de zêdeyî 200 hezar koçberên neyasayî bi ser sînorê Meksîkayê derbasî Amerîkayê bûne. Amerîka jî bi bi riya belafiran lezgîn wan dersînor dike. Ji vê pêkanînê jî nerazîbûnên Netewyên Yekbûyî û parêzvanên mafên koçberan,derket.

Dîwarên DYA li navbera xwe û Meksîka danî jî nekariye, rê li ber pêla koçberan bigre.

Li gorî daneyên Ajansa Sînor û Gumrukê ya Amerîkayê CBP, ji 212 hezar û 672 koçberên neyasayî ku meha borî hatin girtin, nêzîkî 83 hezar malbat û 19 hezar jî zarok in.

Hat ragihandin ku zêdetirî hezar koçberên zarok bi vîrûsa nû ya kovîd-19 ketine û li kampekê başûrê Teksasê hatine bicîhkirin.

Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Alejandro Majorcas, rewşa li ser sînor weke yek ji zehmetiyên herî mezin yên li pêşberî wan bi nav kir.

Koçber bi baelfiran tên dersînorkirin

Rêveberiya Serokê Amerîka Jeo Biden li bendê ye ku bi bilindbûna pêlên germahiya hewayê, jimarê koçberan kêm bibe.

Malbatên koçber yên li Amerîka Navîn ji kampên biçûk yên li başûrê Meksîkayê re tên rêkirin.

Bi belafirên lezgîn tên dersînorkirin.

Rayedarên Amerîkî hêvdîkin ku bi vî rêbazî, li şûna vegera li Amerîka li welatên xwe vegerin.

Parêzvanên mafên koçberan li dijî vê pêkanînê derketin.

Her wiha Komîseriya Bilind yê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî bi rewşeke “acizker ” bi nav kir.

Jimarê koçberên neyasayî ên bi ser sînorê Meksîkayê ve derbasî Amerîkayê bûne, di nava 21 salan de asta herî bilin e.

Tenê di meha Tîrmehê de ji sedî 13 zêdebûye.

Back to top button