Meksîka ji ber zilma Spanya ya beriya 500 salî lêborîn ji gelên xwecihî xwest

Serok dewletê Meksîka Andres Manuel Lopez Obrador ji ber zilma ku di dema dagirkirina Spanyayê de hatiye kirin, ji gelên xwecih lêborîn xwest.

Lopez Obrador li ber abîdeya ku ji bo bîranîna mirovên xwecihî yên ku 500 sal berê li bajarê Tenochtitlan ku wekî paytexta Împaratoriya Aztek tê naskirin ji gel re axivî.

Obrador got;

“Dema ku em îro ketina Tenochtitlan li vir bibîr tînin, em lêborîna xwe ji mexdûrên vê karesata ku ji hêla artêşa Spanî ve hatî çêkirin, dixwazin.”

Serok dewletê Meksîka daxwaz kir ku padîşahiya Spanî û Dêra Katolîk a Roma bi fermî lêborîna xwe ji bo hovîtiyên ku di vê dagirkirinê de pêk anîne bixwazin.

Lopez Obrador rexneyên xwe yên li ser vegotina dîroka kolonyalîstan careke din dubare kir û wiha got:

Dagirkirin û kolonyalîzm ne-nîşanên şaristanî,, lê nîşanên paşverûtiya wê û nebûna dadmendiyê ne.

Obrador ji ber dîroka dagirkerî ya Spanya û welatên din yên Ewropa ew bi tundî rexne kir.

Spanya ku 1521’an Meksîka dagir kiribû, împaratoriya Aztek hilweşandibû û tûndî li dijî gelê xwecihî pêk anîbû.

Back to top button