Ji ber lehiya li herêma Derya Reş 44 kes mirin

Li gelek parêzgehên Herêma Behra Reş ku di bin bandora barana zêde de bû lehî rabû. Li Kastamonu, Sinop û Bartinê bi giştî 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) têkildarî jimara kesên ji ber lehiya li herêmên rojavayê Derya Reş agahiyên nû parve kir.

AFAD’ê diyar kir ku li Kastamonu 36, Sînop 7 û Bartin jî kesekê jiyana xwe ji dest daye.

AFAD’ê da zanîn ku hemû sazî bi piştgiriya personel û wesayîtan xebatên xwe yên veguhestin, lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Her wiha hat ragihandin ku nêzî 2 hezar mexdûrên karesata li Bartın, Kastamonu û Sinopê ber bi herêmên ewle ve hatin veguhastin.

Li Orduyê jî paqijiya piştî lehiyê despê kiriye.

 

Back to top button