Di Tîrmehê de germahiya herî zêde ya 142 salên dawî pêk hat

Cîhana me, tevî baran û şewata heyî, germbûna xwe pir zêde bûye. Rêjeya germahiya di Tîrmeha borî de hatî tomarkirin, ji sedsala 20’an ve ya herî bilinde. Tenê di mehekê de 515 hektar daristan li eyaleta Kalîforniya ya DYA bû xwelî.

Li cîhanê guherîna avhewa û bandora wê xwe li tevahî parzemînan dide nîşandan.

Li gorî daneyên gerdûnî yên ji aliyê Rêveberiya Oqyanûs û Atmosferê ya Neteweyî (NOAA) ve hatin weşandin, germahiya Tîrmehê ku bi pileya 1.54 hatî tomarkirin di nava 142 salên dawî de ya herî bilinde.

Di demeke ku Tîrmeh, li parzemîna Asya meha herî germ hat tomarkirin de, li Ewropa germahiya Tîrmehê li gorî 2018’an kêm tir bûye û daketiye rêza duyem.

Rêveberê Daîreya Atmosfer û Oqyanûsê ya Neteweyî Rick Spin-rad, Tîrmeh weke meha herî germ ya salê nirxand û got:

Lê ev dane nîşaneya guherîna rewşa avhewa ya hilweşîner ku me hemûyan bêzar dike ye.

Daîreya Niştimanî ya Oqyanûs û Atmosferê destnîşan kir ku raporên wê yên mehane, guherînên demdirêj ên ku di rapora avhewayê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Guherîna Avhewa (IPCC) ya hefteya borî hatî weşandin de diyar dike.

Di rapora IPCC de, hat hişyarkirin ku ger gav neyê avêtin wê di sedsala 21’an de, pileya germahiya gerdûnî ji 2’yan derbas bike.

Ji aliyê din ve, pispor şewata li DYA bi hişku û zuhabûna li welat ve girê dide.

Navenda Agirkujiya Navenetewî ya DYA ragihand ku ji despêka salê ve li welat 37,000 bûyerên şewatê rûdane.

Di encamê de zêdetirî 3 milyon qad şewitiye.

Şewata hilweşîner ya “Dixie” tenê di mehekê de li eyaleta Kalîforniya ya DYA bû sedema 515 hektar daristan bişewite.

Back to top button