Rêveberiya DYA cezayên nû li ser Kuba ferz kir

Rêveberiya DYA, 2 rayedarên Wezareta Karên Hundir a Kuba û yekîneyeke leşkerî xist lîsteya cezayan.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji bo xwepêşandanên bi piştevaniya Washingtonê yên li Kubayê ku di 11’ê Tîrmehê de dest pê kirin, cezayên nû li ser rayedar û rêxistinên Kubayê sepand.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku rayedarên Wezareta Karên Hundir Romarico Vidal Sotomayor Garcia û Pedro Orlando Martinez Fernandez ji aliyê Ofîsa Parastina Dewlemendiyên Biyanî (OFAC) ve li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku yekîneya leşkerî ‘Tropas de Prevencion’ ya girêdayî Wezareta Hêzên Çekdar ên Kubayê li lîsteya cezayan hat zêdekirin.

Back to top button