Hikumet û Mixalîfên Venezuelî ji bo hilbijartinên pêşwext civiyan

Ji bo bi dawî anîna aloziya aborî û amadekariyên hilbijartinên demên pêş, hikumeta Venzeuela û mixalif li Meksika dest bi danûstandinên li hevkirinê kirin.

Îro li Muzeya Antropolojî ya Neteweyî li Meksîkayê danûstandinên li hevkirinê yên hikumeta hilbijartî ya Venezuela û mixalefeta bi desteka Amerîkayê, despêkir.

Danûstandin bi destekdayîna Dewletên Yekbûyî ên Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û bi navbeynriya Norwêç pêk tê.

Mijarên serke yên ku di danûstandinan de werin gotobêj kirin, ceza, sedemên serke yên krîza aborî û hilbijartinên pêşerojê ne.

Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro diyar kir ku welatê wî bi rengekî serbixwe dest bi danûstandinan dike û wê radestî gef û şantajên Amerîkayê nebe.

Ev gera sêyemîn ya danûstandinan e .

Beriya niha sala 2018’an li Komara Domînîk û sala 2019’an li Barbadosê, danûstandinên aliyan bi binketibûn.

Back to top button