Japonya..Ji ber lehiyê 1.7 milyon kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin

Li Japonya barana zêde ku lehî bi xwere anî bi dehan avahî di bin avê de hiştiye. Hikumeta welat ji bo 1,7 milyon kesî jî banga hişyariya lehiyê kir û xwest ji malên xwe derkevin.

Barana dijwar, ku ji duh ve li herêmên başûr û rojavayê Japonya dibare, bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonya (JMA) ji bo parêzgehên Saga, Hiroşima, Nagasaki û Fukuoka hişyariyek awarte da, û ji niştecîhan xwest ku ji bo şemitîna erd û lehiyê hişyar bin.

Ji ber lehiya çem li parêzgeha Saga, hin wargeh di bin avê de man.

Li 5 eyaletên ku xwedî 800 hezar xanî de, nêzî 1,7 milyon kesî hişyarî hate kirin ku xwe bigihînin cihên bi ewle.

Ji ber lehiya doh, kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî winda ne.

Ajansa Meteorolojî ya Japonya ji ber barana îro û şemîtîna erdê banga hişyariyê kir.

Li herêma Prayagraj barana 40 salên dawî xanî di nava avê de hişt

Li aliyekî din Hindistan jî ji kabûsa lehiyê xelas nebûye.

Li herêma Prayagraj doh lehiya 40 salên dawî ya herî metirsîdar rabû.

Her çiqasî baran rawestiya be, lê xanî di nava avê de mane.

Back to top button