Êzîdiyên Helebê Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn

Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta wî ya 3’yemîn de bi bîr anî.

Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an di êrişeke hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Mala Êzidiyan a taxa Şêmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê Isamîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) di salvegera şehadeta wî ya 3’emîn de bi bîr anî.

Bi dehan endamên saziyên taxê li hola civînan kom bûn.

Sinvîzyoneke li ser komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbû û vekişandina hêzên PDK’ê, hate pêşandan.

Di civînê de, roja şehadeta Zekî Şengalî bi rojek xemgîn hat wesifkirin û hate gotin:

“Şehîdxistna Mam Zekî Şengalî êrişa li dijî her êzidiyekî bi rûmet e.

Zekî Şengalî li dijî êriş û texrîbkirina pîrozbahiyên civaka Êzidî têkoşiya.”

Di dawiya daxuyaniyê hat gotin ku divê gelê Kurd li hemberî êrîşan yekitiya xwe ava bike.

Back to top button