Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên li ser Kurdistanê li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê ji bo parastina Kurdistanê mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê bi hezaran Kurd û dostê xwe bi dirûşmeya “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” hatin ba hev û dest bi meşê kirin.
Gelek sendîka û partiyên siyasî yên Almanyayê tevlî çalakiya bi pêşengiya Defend Kurdistanê hatî lidarxistin bûn.
Wekîlê Partiya Çep Andre Hûnko axivî û bertek nîşanî astengkirina delegasyona aştiyê ya çûbû Başûrê Kurdistanê da û got:
“Ger ku pêşiya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neyê girtin wê li Başûr jî sûcên dijî mirovatiyê pêk bên.”
Hûnko anî ziman ku wê piştevaniya wan a bi Kurdan re bidome.
Endamê Defend Kurdistan û Delegasyona Dusseldorfê Rojnamevan Martîn Dozer jî destnîşan kir ku leşkerên Tirk û DAIŞ’ê bi hev re êrîşê Kurdan kirine, ger li hemberî vê tedbîr neyên standin wê Başûr jî weke Efrînê lê bê.