MSD: Dive rêjîm bizanibe ku çareserkirina pirsgirêkan wê bi riyên siyasî be

Meclisa Sûriya Demokratîk îro bi armanac nirxandina rewşa herêmê civîna xwe ya mehane li bajarê Derbêsiyê a kantona Hesekê li dar xist.

Di civîna MSD’ê rewşa siyasî her wiha rewşa Sûriyê bi tevahî û bi taybet rewşa bajarê Derayê hatin nirxandin.

Hat diyarkirin ku rêjîma Sûriyê piştî ewqas xwîn-rijandin dixwaze gelê herêmê vegerîna beriya sala 2010’an û ev jî cihê mixabinyê ye.

Hat gotin tişta ku li bajrê Derayê ji aliyê rêjîma Sûriyê tê kirin bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk piştgiriya xwe ji bo şêniyên Derayê anî ziman û diyar kir ku ji mafê gelê herêmê ye ku xwe-birêve bibe û got:

“Dive rêjîma Sûriyê paş bizanibe ku çareserkirina pirsgirêka wê tenê bi riyên siyasî be, ne di aliyê leşkerî de be.”

MSD: Tirkiye û rêjîma Sûriyê planên hevbeş li Efrîn û Şehbayê dimeşînin

Her wiha di civînê de behsa planê Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî hat kirin û hat gotin ku Tirkiyê û rêjîma Sûriyê planên hevbeş li Efrîn û Şehbayê dimeşînin.

Back to top button