Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de, ya li dijî tecrîdê û ji bo azadîya Rêber Apo bi biryardariyeke mezin dewam dike. Malbatên girtiyan jî, li dijî tecrîdê banga yekîtîyê û mezinkirina têkoşînê kirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, bi koma 49’emîn di roja 261’an de, li ber xwe didin.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 240 de ye

14-08-2021-mxm-koma-121’î-calakiya-greva-bircıbune-dewir-girt-wene-dimen-heye

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 240’emîn de didome.

Çalakiya li kampa Lavrîo ya Yewnanistan jî di roja 223 de dewam dike

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimin, jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakî di roja 223’emîn de dewam dike.

”Em bibin yek dê tecrîd rabe û em ê azad bibin”

Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê jî bal kişandin ser berxwedana girtiyan û nêrînên xwe anîn ziman.

Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan re (TUAY-DER), Guler Yuksekbag, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyan û got:

Remziye Odungît ku kurê wê Çekdar Odungît girtiye diyar kir ku bila hemû kes destê xwe dayîne li ser wîjdana xwe, bila êdî zarokên me nemirin.

Emîne Kuslu ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F ya Amedê girtî ye bang li tevahî malbatên girtiyan kir ku rabin li ser piyan.

Back to top button