Çeteyan li Efrînê darên şêniyan dibirin û malên wan difiroşin

Çeteyan derdora 280 darên zeytûn û gûzan birîn û milkên niştecihên resen difroşin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk li gundê Coqê 90 darên zeytûnan ên Osman Hemo û li gundê Stêr 40 dar ên welatiyê bi navê Nûrî Mihemed birîn.

Li navçeya Bilbilê jî di heman rojê de çeteyên “Lîwa Şemal” derdora 90 darên zeytûnan û 10 darên gûzan ên şêniyê bi navê Resûl Mihemed birîn.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku kesên li Cindirêsê jî bicih bûne, derdora 50 darên zeytûnan ên Ebdo Murad ê ji gundê Keferdelê birîn.

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” dest danîn ser avahiya Komeleya Buhar ya şêniyê Mihemed Mistefa Elînêzî ya li nêzî navenda çandê ye.

Li aliyekî din jî çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” mala Cûma Mihemed a li derdora çerxerêya Maratê bi 2 hezar dolarî firotin kesekî ji Helebê.

Back to top button