Şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Îro şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên ji Girê Spî salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

Pîrozbahî li parka giştî ya li navçeyê ku ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Welîd Ebdulah axivî û pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber Ebdulah Ocalan, malbatên şehîdan û li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got:

“Têkoşîna çekdarî di 15’ê Tebaxê de dest pê kir, bi saya wê em li hemberî planên dagirkeriyê yên li ser xaka gelê aştî-xwaz disekinin.”

Her wiha Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û soza şopandina riya şehîdan a li dijî dagirkeriyê da.

Piştî axaftinan çalakiyên hunerî hatin lidarxist; Koma Zarokên Koçberên Girê Spî û Koma Şehîd Botan Kobanê stran pêşkêş kirin.

Back to top button