21 AKADEMÎSYEN Û HUNERMENDÊN ALMANYAYÊ NAMEYEK JI MERKEL RE ŞAND

21 akademîsyen û hunermendên nav û deng yên Cihanê bang li Merkel kirin û gotin: Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, zextê li Tirkiyê bike.”

Di nav de muzîsyen Esther Bejarano yê ji kampên Aûschwîtz ên Naziyan bi saxî xelas bûyî,

21 akademîsyen û hunermend tên naskirin ên Almanyayê bi nameyekê ku xîtabî Serokwezîr Merkel bike parvekirin.

Di nameyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daxwaza hatiye kirin ku zextê li Tirkiyê bike.

Di nameyê de bal hatiye kişandina ser van xalan.

“Rewaş tendurstiya çalakgerên di grevê de.

Divê Tirkiye tavilê tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bike.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan jî dest bi pêvajoya dîyalogê ya bi rêya aştiyane bike.

Her wiha divê parlementer, hevşaredar û girtiyên din ên muxalîf ên li girtîgehan bên berdan.

Daxwaz ji hikûmeta Federal dikin ku zextên siyasî li Tirkiyê ya ku yek ji mutefîkê wê yê herî baş e bike.

Navê kesên name îmze kirî wiha ne:

Muzîsyen Esther Bejarano

Andrea Hackbarth-Rouvel, VVN-BDA Eimsbüttel

Serokê Komeleya Nîcos Fram Arnold Schnittger

Endamê Meclîsa Koçbberan a Munihê Azad Yusuf Bîngol

Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansu Özdemir

Claudîa Kîene, VVN/BdA Hambûrg

Seroka Federal a VVN-BdA Cornelia Kerth

Dîrektorê Enstîtûya Lêkolînê ya Civakî a Berlîn Dr. Mario Candeias

Dr. Mûrîel González Athenas

Dr. Uschî Grandel

Akademîsyen Kerem Schamberger

Aktivîst Kersten Artus

Berdevkê Federal a Baskên Ciwanan a Partiya Keskan Max Lucks

Çêkerê Fîlman Peter Ott

Prof. Norman Paech

Çêkerê Fîlman Prof. Christoph Dreher

*Prof. Dr. Peter Brandt

Prof. I.R. Reîner Dîederich

Prof. Dr. Stephan Lessenîch

Endamê Meclîsa Federa a Partiya Çep Raul Zelik

Lîstikvan Rolf Becker

Leave a Reply

Back to top button