Dagirkeran gundê Derdarê yê Til Temir topbaran kir

Aartêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê navçeya Til Temirê topbaran kir. Her weha Piştî ku gundewarê bajarê Zirganê rastî topbaraneke dijwar ji aliyê dewleta Tirk a û çeteyên ve hat, şandeyek hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer ên li gundewarê Zirganê kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê navenda navçeya Til Temirê bi hawan û obusan topbaran dikin.

Leşkerên Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Derdarê yê bakurê navçeya Til Temirê dide ber topan.

Li gel topbaranê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Til Temirê jî digerin.

Duh jî hêzên dagirker heman gund dan ber topan.

Şandeyek hêzên Rûsya serdana eniyên şer yên Zirganê kir

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bajarê Zirganê topbaran kirin.

Ji bo şopandina zirarên ku di encama topbaranê de çêbûn, şandeyek hêzên Rûsyayê serdana eniyên şer kir.

Di nava şandeya Rûsyayê de ceneralekî paye-bilind hebû.

Back to top button