Artêşê Tirkî gundên Til Temirê dide ber top û hawnan

Artêşa Tirkî ya dagirker û çeteyên xwe, berî 2 rojan bi şev gundê Derdara, Qibûr El-Qeracîna, Miselta û Şêx Elî yên navçeya Til Temirê topbaran kiribûn.

Li gor agahiyan, dagirkeriyê zêdeyî 50 topan avêtibûn gudnê Derdarayê tenê.

Der barê ziyanan de, ti agahiyên zelal nehatin biparvekirin.

Dagirkeriyê gundên Şêrawayê topbaran kirin

Hemwextî êrîşa li ser Til Temirê, artêşa dagirker gundê Soxanekê, Bênê û Aqîbe yên navçeya Şêrawayê, her wiha gundê Meranaz, Şiwarxa û Kela Şiwarxa jî topbaran kirin.

Ji bo şopandina ziyanên li zirgan û Til Temirê, şandeyeke hêzên Rûsî digel generalekî payebilind, serdana deverên topbarankirî kir.

Back to top button