YBŞ: Divê herêmê li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rêxistin bikin

Bi boneya salvegera 3.an a şehadeta Mam Zekî Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ daxuyaniyek da. 

Fermandariyê diyar kir ku meha Tebaxê ji bo Êzîdiyan çiqasî meheke komkujiyan be jî, di heman demê de ji bo gelên herêmê meheke bi hêvî û berxwedanê tijî û dagirtî ye.

Fermandariya YBŞ da xuyakirin ku dewleta Tirk bi armanckirina gelên ku bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin, xwestin jiyana hevpar a demokratîk ji holê rakin.

Her wiha gotin “Bi armanckirina Mam Zekî êrişên xwe li ser Şengalê zêde kirin.”

Herî dawî YBŞ’ê bang li gelê herêmê kir ku bi ruhê baweriyê li derdora YBŞ û YJŞ’ê xwe bi rexistin bikin.

Back to top button