Endamê Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen anî ziman “Rêveberiya Xweser di encama şerê li dijî terorê de gelek destkeftî bi dest xistin.”
Xalid El-Hesen diyar kir “Rêveberiya Xweser di demeke kurt de pêşketinên berbiçav, bi dest xistin û karî di hemû aliyên jiyanî, aborî û civakî de destkeftiyan qezenc bike.”
Ji bilî wan, Xalid El Hesen, anî ziman ” Wekheviya di navbera her du zayendan de, nimûneya vê rêveberiyê ye û di hemû sazî, komîte û komînan de şêwazê hevserokatiyê esas digire. ”
Her wiha eşker jî kir “Rêveberiya Xweser Karîbû binesaziyê ava bike û bajar û gundên ji ber kirinên çeteyan wêranbûyî, ji nû ve ava bike.”
Dawiyê Xalid El-Hesen bang li dewletên Navnetewî kir ku Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas bikin.