LI DÊRA ZORÊ HEJMAREK ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN GIRTIN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê operasyoneke berfireh li bejahiya Dêrazorê li dar xistin.
Di encamê de hejmarek ji çeteyan girtin û gelek çek û cebilxane jî desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundrîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan 10`ê Nîsanê li bejahiya Dêrazorê dest bi operasyoneke berfireh li dijî nuqteyên çeteyan kir.

Navendê diyar kir ku pêngava wan dewama serkeftinên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina terora wan e.

Pêngav li dijî çeteyên ku xwe di nava sivîlan de li gund û bajarokên Dêrazorê vedişêrin, pêk hat.

Di pêngavê de hejmareke ji çeteyan hatin girtin.

Her wiha gelek çek û cebilxane, ji wan mayin û alavên ragihandinê, girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaneyên razayî yên DAIŞ`ê piştî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve têk çûn û baregeha dawîn Baxoz ji wan hate rizgarkirin, li dijî sivîlan mayin û bombeyan datînin.

Çete bi vî awayî dixwazin aramî û ewlehiya li heremê xera bikin.

Leave a Reply

Back to top button