Li Êlih û Mêrdînê 6 kes hatin binçavkirin

Vê sibehê careke din, polîsên Tirk li navçeyên Êlih û Mêrdînê bi ser malan de girt, hevserokên HDP’î jî di nav de, 6 kes binçav kirin.

Serdegirtin li navçeya Hezo ya Êlihê û navçeyên Dêrik, Stewr û Mîdyatê yên Mêrdînê pêk hat.

Li Hezoyê hevserokên HDP’ê yên navçeyê Berjîn Altan û Omer Emen hatin binçavkirin.

Li Dêrikê Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Selma Ozan hat binçavkirin, deriyê mala wê hat şikandin û alavên li hundir bi rengekî kêfî ji hev hat xistin.

Li Mîdyatê Seroka Komeleya Jinê ya Suryanî û Serokê Komeleya Yekîtiya Suryanî ya Mêrdînê hatin binçavkirin.

Der barê sedema binçavkirinê de agahî ji aliyê polîsan ve nahet biparvekrin.

Back to top button