Îslam Ebad jî kete jêr kontrola Talîbanê.. Kabul tenê maye

Tevgera Talîbanê bajarê Îslam Ebadê jî ji bin kontrola hikûmeta Efxanistanî derxist û bi vê yekê, ji bilî Kabulê li jêr kontrola hikûmeta Efxanî nemaye.

Li gor agahiyan, piştî kontrolkirina bajarê Mezar Şerîf, bajarê Îslam Ebadê jî, bê ku artêşa Efxanistanî li ber bide, kete jêr kontrola Talîbanê.

Li gor navgînên ragihandinê, Talîbanê Kabul dorpêç kiriye û serokê Efxanistanê Eşref Xenî jî berî daye balyozxaneya Amerîkî.

Amerîkayê jî, dest bi valakirina balyozxaneya navbirî kiriye û karmendên wê li hêviya fermana çûnê ne.

Tê payîn, ji niha û 72 saetên din, Kabul bi temamî bikeve jêr kontrola Talîbanê.

Di çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Ozbekistanê da zanîn ku 84 leşkerên Efxanî reviyane Ozbekistanê.

Back to top button