2 koçberên din li kampa Holê hatin kuştin

Careke din kuştin û dîsa jî li kampa Holê..Du koçberên din ên li kampê dimînin kuştî hatin dîtin.

Anwar Elxetîb a 25 salî ji bajarê Helebê ku li beşa 4’an a kampa Holê dimîne bi 2 guleyên demançê, yek di serî de û ya din jî di piştê de, hatiye kuştin.

Ne tenê Anwar Elxetîb, Mihemed Elxetîb ê 22 salî jî ku li heman cihî dimîne, bi 4 guleyên demançê hatiye kuştin.

Hat ragihandin, her 4 gule jî di serî de hatine berdan.

Bûyerên bi vê rengî dem bi dem li kampê rû didin û bêhtirî wan jî ji aliyê kesên nenas ve tên kirin.

 

Back to top button