21 sal di ser komkujiya Herkiya ya li Kendekolê re derbasbû

Di 15’ê Tebaxa sala 2000’an de balefirên dewleta Tirk zozanên Biradostê bombebaran kir û komkujiyek pêk anî û di encamê de 40 welatiyên ji eşîra Herkî hatin kuştin. Lê heya niha partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk bêdengin.

Kendekol deverek girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye û dikeve devera çiyayê Xinêre ku sêgoşeya sinorê Başur, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Di 15’ê Tebaxa sala 2000’an de di saet 16:30’an de balefirên artêşa Tirk a dagirker vê herêmê bombebaran kir.

Wê demê 70 malbatên ji eşîra Herkî konên xwe vedabûn û li zozanan bi xwedîkirina pez ve mijûl bûn.

Balefirên Tirk cihên ku konên welatiyan lê bûn bi dijwarî da ber topan.

Hin şahidên bûyerê ji Ajansa Rojnews re wiha gotin:

”Di êrişê de 35 welatiyan jiyana xwe ji dest dan ji wan 11 zarok û 13 jin bûn. Kesên ku reviyan jî her yek li cihekî hat kuştin.

Piştî bombebaranê birîndar veguhestin nexweşxaneyên Sîdekan û Hewlêrê, lê hin ji wan ji ber birîna xwe yî giran jiyana xwe ji dest dan.

Lê navê wan jî nehatin tomar kirin.

Li gorî daneyên Ajansa Rojnews ragihandî di encama vê êrişê de bi giştî 40 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Di derbarê Komkojiyê de Dayika Cewahêr Hacî jî diyar kir, wê rojê belafirên şer ên dewleta Tirk ya dagirker hemû herêm bombebaran kir.

Ev kirinênên dewleta Tirk ên li dijî dermirovahiyê di bi navê ‘ Bê Wijdaniyê’ xêz dikim.

Cewahêr Hacî anî ziman ”Artêşa Tirk cara yekemîn di sala 1992’yan de êrîşî eşîra Herkî kir. Wê demê artêşa Tirk Xinêre bombebaran kir.

Hovîtiya dewleta Tirk ne hat rawestandin di sala 1997’an de jî balafirên çiyayên Mêrke Hewşê, Xinêre, Lolan û Şewa Bihik bombebaran kirin.

Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1999’an de jî ew çiyane hatin bombebaran kirin.

Dewleta Tirk ji salên 1983’an ve bi berdewam êrişê xaka Başûrê Kurdistanê dike û komkujiyan pêktîne.

Hikûmeta Iraqê û saziyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê tu helwestek cidî li dijî van êriş û komkujiyan nîşan nedane.”

Back to top button