”Ji xeynî serkeftinê tu vebijêrkeke din ji bo 15’ê Tebaxê tune bû”

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku piştî 15’ê Tebaxa 1984’an wan texmîn nedikir ku tevgera azadiyê ev qas mezin bibe.

Cemal Şêx Baqî got, heger wê rojê me tevgera azadiyê baş analîz bikira, dê pêvajo biketa qonaxeke din.FILM

Siyaseta qirêj ya ku bi sedan salan li ser gelê Kurd tê meşandin, hat hilweşandin. Êdî 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd destpêkek nû bû.

Di derbarê de Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê P.D.K.S Cemal Şêx Baqî wiha got:

”Di pêvajoyek wiha de Tevgera PKK’ê di 15’ê Tebaxê de li dijî dewleta Tirk a faşîst çalakiya xwe ya yekemîn pêk anî û nîşan da ku êdî gelê Kurd bê xwedî nîn e û roja hesabpirsînê hatiye.

Tevgera PKK dê li her çar perçê Kurdistanê bi fedakariyên mezin derdikevin holê.

Tevgera Azadiya Kurdistanê tenê wek parçeyekî nabîne, lê ji bo rizgarkirina tevahiya Kurdistanê şer dike.

Tevgera PKK’ê ji yên din gelekî cudatir bû. Tevgera ku piştî 15’ê Tebaxê derket holê, Kurdistan ji hev qut nedît.

Li tevahiya Kurdistanê xwedî derket. Çar parçeyan diyar kir ku azadiya Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye

Bêyî tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ev guhertin û ev destkeftî dê li Rojava tu carî bi ser ne diketin. ”

Emal Şêx Baqî : 15’ê Tebaxê afirandina xweparastina gel e

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê P.D.K.S Cemal Şêx Baqî anî ziman “15’ê Tebaxê di heman demê de tê wateya avakirina xweparastina gel.

Divê gelê me li dijî şerê taybet parastina xwe ya cewherî ava bike.

Li gel tevgera azadiyê disekine. Ev tevgera ku bi hêviyek kêm dest pê kir, piştî van hemû salan xwe gihand vê pêvajoyê.

Ruhê 15’ê Tebaxê zindî ye. Ez bawer dikim ku ev ruh dê dijminên me jî têk bibe.”

Back to top button