Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger geşedanên dawî li Kurdistanê nirxand û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku gelê Kurd bi destxistine, bi şerê di navbera Kurdan de têk bibe.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem’ê Zelal Ceger, êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê, Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand.
Zelal Ceger balkişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn û bandora wê li ser gelê kurd û diyar kir tişta ku tê fêmkirin ew e, polîtîkaya parçe bike û hikûm bike pêk tê.Zelal Ceger destnîşan kir ku plana wan ne ku li gerîla bixe û vegere, armanc ew e ku dest bavêje hemû sazî û dezgehên hikûmeta PDK’ê û jixwe PDK’ê jî xistiye bin destên xwe.
Zelal Ceger: Ger destûr ji Tirkiyê re were dayîn, wê Sûrî tev dagir bike
Zelal Ceger îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kir û diyar kir ger îro destûr ji Tirkiyê re were dayîn wê careke din êrîşên dijwar li dijî herêmê pêk bîne.
Zelal Ceger: Tecrîd yek ji planên qirkirina gelê Kurd e
Her wiha Hevseroka Tev-Dem’ê îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî kir û anî ziman ku tecrîd yek ji planên qirkirina gelê kurd e.
Zelal Ceger: Emê yekbûna gel ava bikin û statuya xwe qezenc bikin
Hevseroka Tev-Dem’ê Zelal Ceger di dawiyê de jî berxwedana gel a li dijî êrîşên dewleta Tirk û tecrîdê silav kir û teqez kir ew ê yekbûna gel ava bikin û statuya xwe qezenc bikin.