Li Başûrê Rojavayê Haîtiyê: 304 kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan

Li başûr rojavayê Haîtiyê ji ber erdheja bi giraniya 7.2 pileyî herî kêm 304 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk a Emerîkayê, sibeha Şemiyê li bajarê Saînt Loûîs du Sûd ê li başûr rojavayê Haîtiyê bi 12 kîlometreyî li binê erdê bi mezinahiya 7.2 pileyî erd hejiya.

Hate ragihandin ku navenda erdhejê qadek bi 160 kîlometreyî dûrî paytext Port aû Prînce ye.

Li gorî Parastina Sivîl di erdhejê de herî kêm 304 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bajarê Jeremîe, ku nifûsa wê 200 hezar kes e û weke bajarê helbestvanan tê naskirin, xisareke mezin lê bû.

Hêjayî bi bîr xistinê ku di Çileya 2020’an de erdhejek mezin li Haîtiyê pêk hatibû, di encamê de zêdeyî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button