Beşar El-Esed: Pergala Nenavendî dikare Sûriyê birêve bibe

Serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed di civîna hikûmeta xwe de got dem hatiye ku ew ji sîstema navendî ber bi sîstema nenavendî biçin.

Duh serokê hikûmeta Şamê Beşar El-Esed tevlî civîneke hikûmetê bû û axaftinên balkêş kirin.

Beşar El-Esed anî ziman ku pir zehmet e rewşa welat vegere beriya 2011’an.

El-Esed derbarê sîstema rêvebirinê ya li Sûriyê axivî û got ku ji beriya 40-50 salî heya niha civaka Sûrî bi çend qatî zêde bûye, ev zêdebûn jî hişt ku êdî pir zehmet be ku desthilatdariya navendî welat birêve bibe.

El-Esed diyar kir ku divê karê rêvebirina welat were belavkirin û li vir jî rola rêveberiyên herêmî derdikeve holê.

Beşar El-Esed got:

“Ji bo ber bi çûyîna nenavendbûyînê, derfet niha pir guncaw e ji bo vê gavê, ji bo meclisên herêmî ew bêtir pirsgirêkên li herêma xwe nas dikin û dikare çareseriyên guncaw bibînin.

Di heman wextê de nenavendbûyîn dihêle ku pêşketineke guncaw û wekhev li hemû deverên welat ku hin têr in û hin hejar in pêk were.”

Back to top button