Şervan Derwêş: DAIŞ li Kobanê şikest û li Minbicê ber bi dawîbûnê ve çû

“DAÎŞ li Kobanê hat şikandin, lê belê destpêka qedandina DAÎŞ’ê li Minbicê bû.” Ev yek ji aliyê Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş û bi boneya salvegera rizgarkirina Minbicê hat gotin. Derwêş anî ziman “Piştî pêngava Minbicê êdî her kesî baweriya xwe pê anî ku deverên cuda jî dikarin ji DAÎŞ’ê werin rizgarkirin.

“DAÎŞ li Kobanê hat şikandin, lê belê destpêka qedandina wê li Minbicê bû.”

Bi vê gotinê, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş, salvegera 5. a rizgarkirina Minbicê bi bîr anî..

Şervan Derwêş li ser pêngava Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, armanc û encamên bi xwe re anî, ji ajansa ANF re nirxandin..

Derwêş anî ziman ” Di 1’ê Hezîrana 2016’an de Pêngava Minbicê dest pê kir. Sal û nîvek bû em ji Minbicê derketibûn û gelê Minbicê bangî me dikir. Dema em gihiştin bendava Tişrînê bi dehan ciwanên Minbicê yên ji destê DAÎŞ’ê reviyabûn tev li nav hêzên meclisê bûn.”

Şervan Derwêş eşkere kir “Pêngav 75 rojan domiya. Piştî wê êdî Koalîsyona Navneteweyî jî dest bi operasyona li Mûsûlê kir, ji ber ku cara pêşîn bû bajarekî mezin ji destê DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. DAÎŞ li Kobanê şikest, lê destpêka têkçûna wê li Minbicê bû.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ew roj bi bîr anîn û eşkere kir “Çeteyên DAÎŞ’ê erişî her derê dikirin û li ser gel zilmeke mezin hebû.” û ev tişt anî ziman

“Me bi şerê Minbicê re parçebûn bi dawî kir. Gel bi hemû pêkhateyên xwe, bû yek û li hemberî DAÎŞ’ê şer kir. Bi vî awayî Minbic azad bû û bi vî rihî li Tebqa, Reqa û Baxozê çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn.”

Şervan Derwêş dawiyê piştrast kir ku “Di van pênc salan de êrişên li ser Minbicê nesekinîn, dewleta Tirk bi her awayî êriş kir û Hikumeta Şamê jî hewl dide ku di nav gel de pirsgirêkan derxîne, lê belê hemû jî bi bin ketin.

Back to top button