Ji bilî Kabulê tu bajar di destê hikûmeta Efxanî de nemaye

Bajarên Efxanistanê yek li dû yekî dikevin destê Tevgera Talîbanê. Herî dawî Talîbanê bajarê Mezar Şerîf û Îslam Ebad jî kontrol kirine. Li jêr kontrola hikûmetê ji bilî Kabulê nemaye. Amerîkayê jî dest bi valakirina balozxaneya xwe li Kabulê kiriye. 

Şer û hevrikiya demdirêj a navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanî, gihaştiye asta herî dijwar.

Li gor agahiyan, piştî kontrolkirina bajarê Mezar Şerîf, bajarê Îslam Ebadê jî, bê ku artêşa Efxanistanî li ber xwe bide, kete jêr kontrola Talîbanê.

Bi vê yekê, ji bilî Kabulê li jêr kontrola hikûmeta Efxanî nemaye.

Talîbanê niha hewl dide bikeve Kabulê jî.

Tê payîn, ji niha û 72 saetên din, Kabul bi temamî bikeve jêr kontrola Talîbanê.

Li gor navgînên ragihandinê, Talîbanê Kabul dorpêç kiriye û serokê Efxanistanê Eşref Xenî jî berî daye balyozxaneya Amerîkî.

84 leşkerên Efxanî derbasî ozbekistanê bûne

Di çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Ozbekistanê da zanîn ku 84 leşkerên Efxanî reviyane Ozbekistanê.

Pentagon: Îşev dê nêzî 3 hezar leşkerên Amerîkî bigihêjin kabulê

Amerîkayê jî, dest bi valakirina balyozxaneya navbirî kiriye û karmendên wê li hêviya fermana çûnê ne.

Li gor Pentagonê, îşev dê nêzî 3 hezar leşkerên Amerîkî bigihêjin Kabulê.

Wergêrên berê yên hêzên Brîtanî jî, yên ku asê mane, banga alîkariya derketina ji Kabulê dikin.

Tê payîn, Brîtanya dawiya vê hefteyê 600 leşkeran bişîne, da ku welatiyan ji Kabulê derxe.

Heya vê gavê, Talîbanê ji sedî 90’ê Efxanistanê kontrol kiriye.

Ji ber şerê her du aliyan, heya niha zêdeyî çaryek milyon sivîlî ji cih û warê xwe derbider bûne û berî daye Kabula paytext.

Back to top button