Serokwezîrê Libnanî yê berê Seed El-Herîrî kumkujiya bajarê Ekarê ya ku serê vê sibehê rû da û tê de zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest da, şermezar kir.
El-Herîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê anî ziman ku “komkujiya Ekarê”, mîna komkujiya bendergehê ye, ya ku tê de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
El-Herîrî got:
“Eger li Libnanê dewleteke ku rêz bidaya mafên mirovan hebûya, dê hemû berpirsên wê piştî rûdana van bûyeran îstîfayên xwe pêşkêş bikirana.”
Seed El-Herîrî li ser komkujiya Ekarê, bang li serokê welêt û raydaran kir ku îstîfayên bidin.