Duh piştî nîvê şevê balefirên şer ên Îsraîlê gundewarê bajarê Hemayê bombebaran kirin. Di encam de 17 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin. Her wiha li herêmên qaşo bêçek jî şer û topbaran her diçe gurtir dibe.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku seat 02:00’ê şevê, balefirên şer ên Îsraîlê dibistana Elmihasebe û Navenda jinûveçêkirina moşekan li bajarê Misiyafê û leşkergeha Eltelai’ ku girêdayî hêzên Îranê ye li rojavayî Hemayê bombebaran kir.
Li gorî Çavdêriyê di encam de 17 leşkerên rejîmê birîndar bûn.
HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊ IDLIBÊ TOPBARAN KIR
Li aliyekî din şer û topbaran li herêmên qaşo bêçek dewam e.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarên Idlibê li dijî çeteyên bi navê Heyit Tehrîr El şam êrîşeke xwekuj pêk hat û di encam de kuştî û birîndar çêbûn.
Her wiha hêzên rejîmê bajarokê Temanuh تمانعة yê gundewarê başûrê Idlibê jî bi zêdetirî 70 moşekî topbarankirin.