Li bajarê Karaçî a Pakistanê di êrişeke teqemeniyê de 13 kes mirin

Di salvegera 74. a Pakistanê de êrişek bi bombeyî pêk hat.
Di êrişa li bajarê Karaçî de 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Doh 14’ê Tebaxê dema pîrozbahiyên salvegera 74. ya serxwebûna Pakistanê dihatin lidarxistin de, êrişkarekî li bajarê Karaçiyê bi bombeyên desta sivîlên di kamyonekê de kir armanc.

Di kamyona ku 20 kes tê de bûn, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn 6 jin û 4 jê zarokin.

Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.

Birîdar ji bo nexweşxaneya Nexweşxaneya Silvîl a Dr. Ruth Pfau hatin veguhestin.

Tevî ku hîn ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe, polîsan lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.

Back to top button