Rêber Apo: Hevrê Egîd şûrê tûj yê gelê me û partîya me ye

Fermandarê mezin Egîd ku pêşengî ji pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî re kir û di dîroka hemdem ya gelê Kurd de bû xwedî cîhekî girîng.

Rêber Apo dibêje: “Fermandar Egîd şûrê tûj yê gelê Kurd û PKK’ê ye. Ev şûr wê derbên herî giran ji niha û pê ve jî li dijmin bixe. PKK û gelê Kurd bi wî serbilind e.”

Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz bi nasnav Egîd di Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Gelê Kurdistanê de mohra xwe danî binê Pêngava Dîrokî ya 15’ê Tebaxê. Bi guleya yekem ya Fermandar Egîd êdî ewrên tarî li ser Kurdistanê belav bûn.

Rêber Apo diyar dike Pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an ya ku bi pêşengîya PKK’ê bi pêş ket di nava pêvajoyeke berxwedanê ya zor û zehmet de tunekirina Kurdan rawestand û di rêya azadîyê de gavên girîng hatin avêtin.

Rêber Apo destnîşan dike sala 1986’an ku amadekarîyên nû yên têkoşînê dihatin kirin, şehadeta Fermandar Egîd ji bo rêbertî û tevgerê gelekî giran û bi êş bû.

Rêber Apo ku mîmarê Pêngava 15’ê Tebaxê ye piştî di gelek nirxandinên xwe de qala kesayet, têkoşîn, sekn û hevrêtîya Fermandar Egîd dike.

Rêber Apo diyar dike Fermandar Egîd yek ji wan pêşengan bû ku baweriya xwe pê anî ku tenê bi çekê gelê Kurd dikare rizgar bibe.

Rêber Apo wiha qala Egîd dike;

Dema ku partiya me Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêk anî, ku mîna birûskekê li ezmanên Kurdistanê xist, ew li refê herî pêş bû. mohra xwe li serdema lehengiyê ya nû xist ku bi vê pêngavê re dest pê kir. Ew bû rêberê lehengên sax û şehîd ên vê demê.”

Rêber Apo diyar dike Zulfiqara di destê Hezretî Elî de çi be Fermandar Egîd jî ji bo gelê Kurd heman tiştî îfade dike û wiha dibêje;

Rêberê me yê leheng, Egîdê me ku herî zêde lehengî li wî tê, şûrê hemdem yê gelê me ye. Ew şûr carekê hatiye bidestxistin. Çeka me bi şewq û tûjbûna xwe di destê me de ye. Mîna duh em îro jî bi vê çekê şer dikin û derbên giran li dijmin dixin. Ev şûr wê derbên herî giran ji niha û pê ve jî li dijmin bixe.”

Rêber Apo diyar dike Fermandar Egîd xwe gihand kesayetiyeke bilind û cihê xwe di destpêka meşa nemiran a gelê Kurdistanê de girt û vê pênaseyê dike;

Hevrê Mahsûm mirovekî mezin e ku dil û mejiyê gelekî di kesayetiya xwe de vehewand. Hevrê Egîd wê her tim weke sembola dema lehengiyê ya têkoşîna me ya berxwedana neteweyî bê bîranîn. PKK û gelê me bi wî serbilind e.”

Back to top button