Li bajarê Ekar ê li bakurê Libnanê tankereke benzînê teqiya.
Di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.
Şêniyên bajarokê El-Telîl û bajarokên din li Ekar sehrîca (tanker) benzînê desteser kir û li wir kom bûn da ku wê vala bikin.
Dema şêniyan sehrîc vala dikir, agir bi sehrîcê ket û teqîneke mezin çêbû.
Di encamê de herî kêm 28 kes mirin û bi dehan jî kes ji birîndar bûn.
Di nava birîndaran de leşker jî hene.
Ambulansan yekser sivîlên birîndar û hin cenaze rakirin nexweşxaneyên li Ekar, Miniye û Terablûsê.
Serokwezîrê Lubnanê yê berê Seid Herîrî diyar ku “komkujiya li Ekarê ji komkujiya benderê ne cuda ye”.