Kongra Star: 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd bû

Koordînasyona Kongra Star salvegera 37`an a Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kir û piştrast kir ku 15`ê Tebaxê di rêya azadiyê de hişyariyek çêkir û qeydên koletî û zordariyê şikandin.

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 37`an a Pêngava 15`ê Tebaxê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star piştrast kir ku piştî salên dirêj 15`ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir û wiha got:

Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo azadiyê û vegerandina baweriya gelê Kurd bû.

Ew roja vejînê ya gelê Kurd e.

Kongra Star destnîşan kir li dijî pêngavên faşîzma Tirk 15’ê Tebaxê bersiveke bû û wiha domand:

Li dijî hemleyên faşîzma Tirk li dijî gelê Kurd, 15`ê Tebaxê bersiva gotina Tirkan bû ya digot nasnameya Kurdî hatiye tunekirin û êdî venagere.

Gelê Kurd û dostên wan ên azadîxwaz li dor fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kom bûn û ji hemû gelên herêmê re bû felsefeya jiyana azad.

Koordînasyona Kongra Star herî dawî 15`ê Tebaxê li rêber apo û li hemû şehîdên azadiyê û gelê Kurd pîroz kir.

Back to top button