Ji ber lehiya li Rojavayê Derya Reş 58 kes mirin 77 kes jî winda ne

Ji ber bandora zêde ya lehiya li herêma Derya Reş ya Tirkiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 58’an.

Her wiha 77 kes jî hîna winda ne.

Bîlançoya kesên ji ber lehiya li herêma Derya Reş a Tirkiyê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Li gorî daneyên dawî, di encama lehiyê de li Kastamonu 48, Sînop 9 û Bartîn jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Bi eşkerekirina daneyên nû yên ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê re hate ragihandin ku bi gihştî 58 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha heta niha jî agahî 77 kesan nehatiye girtin.

Li navçeya Bozkurt ya Kastamonuyê jî xebatên paqijkirina avahiyên ji lehiyê bandor bûyî didome.

Back to top button