Li Efrîna dagirkirî 3 sivîlên din hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî 3 sivîl revandin. Li aliyekî din ji ber zexta dewleta Tirk a dagirker jinekê xwe kuşt.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di 10’ê Tebaxê de çeteyan 3 welatî ji gundê Mamila yê navçeya Mabeta revandin.

Kesên hatine revandin navên wan wiha ye:

Mihemed Xelîl (70), Elî Mihemed Şeban (42) û Ebdo Xelîl (50).

Çeteyan, Elî Mihemed Şeban û Ebdo Xelîl birin girtîgeha navendî ya li Maratê û çarenûsa wan ne diyar e.

Her wiha malbata kalemêrê bi navê Mihemed Xelîl neçar man ku hezar dolar wek fidiya bidin da ku Xelîl were berdan.

Ji gundê Celemê yê Cindirêsê çeteyan du bira revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagireker li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê jî du bira, Ciwan Mistefa Şêxo (18) û Rûken Mistefa Şêxo (24) revandin.

Hat diyar kirin çeteyan her du bira birin cihekî nediyar.

Ji ber zexta dagirkeran jinekê xwe kuşt

Li gorî nûçeya ANHA’yê Ayşe Mihemed Xalid (20) êvara 13`ê Tebaxê xwe li mala xwe ya li bajarê Efrînê yê dagirkirî, xwe bi dar ve kiriye.

Ayşe ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa ye, zewicî ye û zarokekî wê heye û li taxa Mehmûdiyê ya li Efrînê bi cih bûbû.

 

Back to top button