Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi alîkarîya Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi desteka Yekîneyên Antî-Teror ên QSD’ê li bajarokê Mihêmdiyê yê Dêrazorê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê girt.
Navendê diyar kir ku çeteyê hatiye girtin, teqîn û bûyerên kuştinê plan dikir û peywendiya di navbera şaneyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sînorê Îraqê-Sûriyê de, bi rêxistin dikir.
Her wiha gelek madeyên teqemeniyê, çek û belge bi çete re hatin desteserkirin.