Gel, Sazî, Dezgeh û hêzên parastina Şengalê Mam Zekî Şengalî bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) di 3. salvegera şehdeta xwe de li Şengalê hat bibîranîn.
Di merasîmê de hat gotin ku ew ê bi baweriya Mam Zekî biserkevin û Şengaleke nû ava bikin.

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) di 3’yemîn salvegera şehdeta xwe de, ji aliyê gel, sazî, dezgeh û hêzên parastina Şengalê ve bi merasîmek girseyî hat bibîranîn.

Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Gundê Koçê yê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatibû, vedigeriya Şengalê, li Geliyê Şilo bibû hedefa balefirên dewleta Tirk û şehîd bû.

Merasîm ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat organîzekirin, li ber gora Mam Zekî ya li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hat lidarxistin.

Di çarçoveya bernameyê de destpêkê hêzên YBŞ/YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê merasîmek leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Arif Şengalî axivî.

“Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê tola şehîdan hilînin”

Arif Şengalî destnîşan kir ku ku ew wek YBŞ û YJŞ’ê rewatiya xwe ji gelê xwe digirin û ji bo parastina civaka xwe ew ê heya dawî li ber xwe bidin.

Şengalî got:

“15’ê Tebaxê li hemberî faşîzma dewleta Tirk qîrîna berxwedana gelekî bû. Ji niha û şûnde jî em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê, Mam Zekî û Mahiran tola şehîdan hilînin.”

“Em ê bi baweriya Mam Zekî biserkevin û Şengaleke nû ava bikin”

Her wiha di merasîmê de, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Desteya Rêvebr a Şengalê û Desteya Serokeşîran a Şengalê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bal kişandin ser ked û rola Mam Zekî ya di avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de û soza pêkanîna xewin û xeyalên Mam Zekî dan.

Di merasîmê de peyama malbata Mam Zekî Şengalî û daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê hatin xwendin.

Hat gotin ku ew ê bi fikir, bi rastî, bi dil û bi baweriya Mam Zekî biserkevin û Şengaleke nû ava bikin.

Back to top button