
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên li herêma Heftanînê ku di encama wê de 5 dagirker hatibûn kuştin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de.
25’ê Gulanê li qada Bektorya ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne 2 çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya destpêkê li hemberî çeperekê hate kirin, di encamê de 3 dagirkerên ku di çeperê de bûn hatin cezakirin û kozik bi temamî hate îmhakirin.
Çalakiya duyemîn jî li hemberî kamelyayekê hate kirin ku 2 dagirker tê de bûn. Herdu dagirker hatin cezakirin, kamelya bi temamî hate rûxandin.”