Dewleta Tirk ya dagirekr û çeteyên xwe îro careke din gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Herî dawî artêşa dewleta Tirk gundê Dirdara yê navçeya Til Temir da ber topan.
Her wiha çend top nêzî kargeha çemento ya li ser rêya Til Temir -Qamişlo ya 2 km dikeve rojhilatê Til Temirê ketin.
Dagirkeran êrîşî gundê Meranaz û Alqemiyê yê Şera kirin
Dagirkeran gundên Meranaz û Alqemiyê yê navçeya Şera jî bi hewanan da ber topan.
Encama topbarana li ser gundên Zirganê hat belgekirin
Li aliyekî din jî jina temenmezin Qemer Dahir El-Hesen ku ji gundê Til El-Werd yê Ziragnê ye behsa êrîşên li ser gund kir.
Topbarana li ser gundê me hovane bû. Kurê min bi zehmetî ez ji malê derxistim.
Piştî malên me zerar dîtin û mal û milkên me wêran bûn, em ê bi ku derê ve biçin.
Ez bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê û çapemeniyên cîhanê dikinm da ku destwerdanê bikin.
Di encama van êrîşên hovane de tenê sivîl ziyanê dixin.