Talîban ket Kabulê lîderên cîhanê çi bertek nîşan dan?

Bi hilweşîna hikumeta Efxanistanê ya 20 sale ku bi piştevaniya DYA hatibû avakirin re li welat Talîban carek din deshilat bidest xist.
Piştî paytext Kabul ji aliyê Talîbanê ve hate kontrolkirin ji welat û lîderên cîhanê helwestên destpêkê derket.

Hikumeta Efxanistanê ya ku xwe li pêşberî Talîbanê negirt, neçar ma ku binketina xwe bipejirîne.

Biketina paytext Kabulê re, ji nava lîderên cîhanê daxuyanî û peyamên despêkê derketin.

Biden: Dema dawî anîna şerê bê dawî hat

Di Nîsanê de, Serokê DYA Joe Biden diyar kir ku “dema bidawîkirina şerê bêdawî hat” û ragihand wê hemî hêzên NATO û Amerîkî heta 11’ê Îlonê ji Efxanistanê vekişin.

Piştî pêşketinên bilez yên Talîbanê li welat, Biden bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got:

“Ger Artêşa Efxan nikaribe bi tena serê xwe welêt biparêze, ti sûdê wê yekê nîne ku leşkerên Amerîkî salek an jî 5 salên din li Efxanistanê xizmet bikin.

Ez napejirînim ku leşkerên Amerîka di şerekî navxweyî yê welatekî din de cih bigre.

Pakistan: Em ji rewşa li Efxanistanê bifikarin

Pakistan ya cîranê Efxanistanê ye jî ji rewşa li welat bifikare.

Hikumeta Îslambadê di nava demên dawiyê de ji piştevaniya wê ya ji bo Talîbanê dihat tewambarkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Pakistanê Zahid Hafiz got,

“Em ji rewşa heyî ya li Efxanistan ya her ku diçe xirabtir dibe, bifikrarin.

Lê tevî vê yekê jî me biryara girtina Balyozxaneya xwe nedaye.”

Erdogan: Em ê hewildanên xwe ji bo pêkanîna aramiyê bikin

Serokomarê Tirkiye Erdogan jî diyar kir ku ji bo di zutirîn demê de ewlekariya li welat pêk were, ew ê hewildanên xwe bikin.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Tirk a li Kabulê de bang li welatiyên Tirk ên li Efxanistanê dimînin hat kirin û ji bo ji welat derkevin tavilê xwe bigihînin navenda balyozxaneya wan ya li Kabulê.

YE: Ji bo koçberiyê pêwistî bi guhertinên nû heye

Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) û endamê Partiya Gel a Ewropayê Margaritis Schinas, têkildarî geşedanên li Efxanistanê behsa mijarên koçberî û penaberiyê kir.

Margaritis Schinas got;

Pêdiviya Ewropayê bi qanûneke nû ya koçber û penaberiyê heye.

Dema bendewariya me ji bo guhertinên pêwîst qediya.

Awûstûrya: Nearamiya li Efxanistanê dawî wê derbasî Ewropa bibe

Awûstûrya, ku yek ji welatên aboriyên pêşeng ên Yekîtiya Ewropî ye, di heman demê de bersivek yekser ji geşedanên li Efxanistanê re da.

Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Alexander Schallenberg diyar kir ku encama rewşa nearam û aloziya navxweyî ya li Efxanistanê wê di dawiyê de li Ewropa û Awûstûryayê jî belav bibe.

Schallenberg got, ji derveyî Efxanistanê, Pêwiste welatên cîran ên li Asyayê tavilê piştgiriyê bidin wan.

Back to top button